Xanima malê pir bêdeng e
Gotinan fam dike deynake
Xeyalên bêdawî vêdişêre
Derdora malê paqij dike
Xanima malê pîreke çak e
Nanê tisî dixwe bêxem e
Desten xwe daye li ser hev
Pêçiyan dor hev digerîne
Xanima malê pir kedkar e
Bi hezar salan parve dike
Hêviyên xwe belav dike
Xanima malê pir çav têr e
GOTIN Û MUZÎK: BARAN BOZYEL