Hezkirin perê evînê ye
Birîna şura yekemîn e
Bêdengiya dilê dildaran e
Di nava aloziya gerdunê de
Difikirim difikirim û jar dibim
Difikirim difikirim û lal dibimEm xwe rizgar bikin yara min
Ev ne gotina xweda ye
Ne jî gotina mezinan e
Dilop dilop diherike êş û jan
Dixwînim dixwînim û mat dibim
Dinêrim dinêrim û kor dibimEvîn rubarek e, diherik e
Xewna evînperestan e
Dema demê ye, dema cemê
Semahek e li ser asîman
Digerim diğerim sermest dibim
Difirim difirim sermest dibim
GOTIN Û MUZÎK: BARAN BOZYEL