Ser kursî runiştîne kalê gundê me
Ser şîmugê runiştîne pîrê gundê me
Kalo gote pîrê were em biçine zeviyê
Nav zikê zeviyê de mişkekî kor digere
Keçê were dînê were em biçine bênderê
Der dora bênderê de mişkekî kor digere
Lo lo mişko mişkê koro te jehra giran xwaro
Lo lo mişko mişkê koro te kula giran xwaro
Ber beroşkê rûniştîne kalê gundê me
Li ber tevnê rûniştîne pîrê gundê me
Çuk çuka çuka reşo ser sîvernekan çuka reş
Çavê çukê li genim e risqê malê genim e
Pîrê gote kalo were em biçine ser malê
Ser malê raxistiye risqê malê genim e
Şit lo lo çuka reşo te kula giran xwaro
Şit lo lo çuka reşo te jehra giran xwaro
Gotin û Muzîk : Baran Bozyel