Min li holê te li holê
Dîlo meskin were
Fistan sorê gul bi gulê
Ya min meskin were
Tu bisekine derê holê
Dîlo meskin were
Te ez dîn kirim berdam çolê
Ya min meskin were
Min li heyatê te li heyatê
Dîlo meskin were
Bav dixwazî vê xelatê
Kafir bavê were
Gotin û Muzîk : Gelêrî / Herem : Dep / Çavkanî : İsmet Kılıç
