featured

Baran Bozyel – Zarokên Bêkesiyê Şarkı Sözleri

Qêrînek dişewitiya li amûdê

Dûsed pêtên ağirçiya diteqiyan

Di pêşên dayîkan de belav dibuya

Ew roj bihuşt xemgînbû li cîhana din

Û fedîkir ji xweşikbuna xwe

Ew zarokên bêkesiyê ne

Di şaristaniya xwînxaran de

Lîstikên  wan di bin siya maran de ye

Û pêlîstoka wan mirine

Pel bi pel diweşin li helepçê

Geliyê zîlan û li çar aliyên welat

Her ku diweşin ewqas jî aj didin

Di paşla xwe de  hêviyên  bêsînor

Dimijîne warên kevnar

 

Gotin: Baran Bozyel

Muzîk: İnan Tat

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Giriş Yap

Baran Bozyel ayrıcalıklarından yararlanmak için hemen giriş yapın veya hesap oluşturun, üstelik tamamen ücretsiz!

Bizi Takip Edin
Erciş Haberleri